Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dijberên rêjîma Beşar Esed, kontrola bajarê Helebê girtine destê xwe

11:50 - 30 Çirriya paşîn 2024

Bajarê Helebê li roja Înê kevte destê hêzên Ehrarulşam û binkeyên spaha pasdaran û hêzên fatimiyûn kevtine ber êrîşa wan hêzan û tevî jinavçona binkeyê wan, hejmareke zêde ji wan hatine kuştin.

Li halekê de ku dijberên rêjîma Beşar Esed Heleb xistine jêr kontrola xwe, hêzên spaha quds û hêza fatimiyûn a ser bi spaha pasdaran a terorîst kevtine ber êrîşa wan hêzan û tevî jinavçona binkeyên wan, piraniya wan ji aliyê hêzên dijber ve hatine kuştin an birîndarkirin, lê hejmara serast hêj nehatiye zanîn.

Ji aliyeke din vê hêzên ser bi rêjîma Beşar Esed li dema êrîşa wan dijberan de li çendîn cihan ji binkeyên xwe derkevtine û ev radestî wan hêzan kirine, û hêza esmanî ya artêşa Rûsiyê jî li çend cihan êrîş kirine ser dijberên rêjîma Beşar Esed.

Hevdem digel wan êrîşan hejmareke zêde ji xelkê ji bajarê Helebê revîne û rêjîma Îranê jî bi sedema nemana hêzên spaha quds, hêzên fatimiyûn û Hizbullahê, bi awayê rasretast hêza spaha psdaran a bi navê “Husên” ji rojhilatê Sûriyê bo aliyê bajarê Helebê şandiye.

Herwisa deriyên girtîgehên rêjîma Beşar Esed a wek girtîgeha “Tariq Bin Ziyad” ji aliyê dijberên rêjîma Beşar Esed ve hatine vekirin û girtî hatine azadkirin û enbarên mezin ên cebilxaneya rêjîma Îranê kevtine destê wan hêzan.

Hêzên dijberî rêjîma Beşar Esed li heyamê 24 demjimêran de sedan gund û bajaên li parêzgehên Heleb û Edlibê ji dest hêzên rêjîma Sûriyê rizgar kirin û xistne bin kontirola xwe.

Hemî dem û dezgeh û îdarên hikûmeta Esed kevtine dest hêzên opozisyonê û her çi pêyker û wên û nimadên Esed û rêjîma Îranê hebûn hatine ji nav birin.

Bi hezaran tang û maşînên giran û çekên girane artêşa Sûriyê kevtine dest hêzên dijber.

Hêzên dijbere Bişar Esed berdewam li halê pêşreviyê de ne û dibêjin heta demekî kin dê kontirola hemî Sûriyê bigirne dest xwe û rêjîma esed bi yêkcarî biherifînin.

Li gelek gund û bajarên ku ji dest hêzên Esed hatine derêxistin, xelk bi belavkirina şirniyan keyfxweşiya xwe nîşan didin û dibêjin ev dawiya Esedê dîktator û birîna yêkcariye destê rêjîma dîktatore Îranê ye.