Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 3 welatiyên Kurd binçav kirin

11:57 - 30 Çirriya paşîn 2024

Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê 3 welatiyên xelkê bajarên “Bokan, Seqiz û Dîwanderê” li heftiya derbasbûyî de binçav kirine û bo ciheke nexya vehuhastine.

Pêka rapora Kurdpayê, roja Çarşemî 7ê Sermaweza 1403 a Rojî, çalakvanê medenî, “Emîr Mihemedxanî”, xelkê bajarê Dîwanderê ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve bê belêgeya yasayî li cihê karê wî de hatiye binçavkirin û heta niha ji mafê hevdîtin digel malbataê û mafê hebûna parêzer, bêpar bûye.

Herwisa li roja Duşemî 5ê Sermawezê, “Bêhzad Dadxwah”, kurê Xalid ê xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li wî bajarî, bê belgeya yasayî, li cihê karê wî de li şeqama “Wehdet” a bajarê Seqizê de hatiye binçavkirin.

Li roja Yekşemî 4ê Sermawezê, “Hîwa Bihîn”, xelkê bajarê Bokanê, piştî banghêjkirin bo îdareya îtilaat a rêjîmê li wî bajarî, hatiye binçavkirin û bo lêpirsînê, bo girtîgeheke ewlehî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê, hatiye veguhastin û heta niha, ji hevdîtin digel malbat û mafê hebûna parêzer, bêpar bûye.

Tevî lipeykevtionên malbatên wan welatiyên Kurd, ti zanyariyek li derheq sedema binçavlkirin, tohmetên sepandî bi ser wan ciwanên Kurd û cihê ragirtina wan, li ber dest nîne.