Şandeke partiya Maf û Azadiyan(HAK-PAR)ê bi serperestiya serokê vê Hizbê, serdana binkeya serekî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kir û ji aliyê rêberatiya Hizba Dêmokrat ve pêşewazî ji wan hate kirin.
Piştî nîvro ya roja Çarşemî 7ê Sermawezê, şandeke “HAK-PAR”ê bi serperestiya serokê vê Hizbê “Dozgîn Kaplan”, serdana binkeya serekiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kiir û ji aliyê rêberatiya Hizba Dêmokrat a Kurdiatna Îranê ve bi serperestiya “Mistefa Hicrî”, berpirsê Navenda Birêveberiya Giştîê ya Hizba Dêmikrat a Kurdistana Îranê ve pêşewazî ji wan hate kirin.
Li vê hevdîtinê de mijarên wek dawî guherînê li Rojhilata Navîn li ser rewş û çareserkirina pirsa siyasî û netewiya Kurd li Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê, hatine gengeşekirin.
Şanda Mêvan, tevî şirovekirina çawaniya pêşxistina pirsa Kurd li Tirkiyê û startejiya partiyên desthilatdar bi tayubet pêşdestiyên vê dawiyê bo çareserkirina pirsa aşitî i wî welatî de îşare bi pirsa Kurd li Tirkiyê kir ku ew pirs, pirsek siyasî û nasnamexwazî ye.
Li vê hevdîtinê de Rêzdar “Mistefa Hicrî” li derheq guherînên li Îranê bi taybet li jêr bandora şerê Îsraîl digel milîsên ser bi vê rêjîmê li deverê, pêdegiriya rêjîma Îranê li nearamkirina deverê û hewldana berdewam a rêjîma Îranê bo berfirehtirkirina siayseta destêverdan û terorîzma navnetewî kir.