Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Tirkiyê, 3 bajarvanê Kurd ji kar derxistin

11:47 - 5 Çirriya paşîn 2024

Dewleta Tirkiyê, bajarvanên Kurd ên Mardîn, Batman û Xelfetiyê ji kar derxistin û 3 bajarvanê destnîşankiriyên tirk anku Qeyûm di cihê wan danîn ku li bajarê Mardînê û çendîn bajarên dinê yên Bakûrê Kurdistanê de xelk hate ser şeqaman û nerizayetiya xwe dane xuya.

Dewleta Tirkiyê li roja Dûşemî 14ê Xezelwerê, Ehmed Turk ê bajarvanê bajarê Mardînê û bajarvana bajarê Batmanê “Gulistan Sûnek” û bajarvanê bajarê Xelfetiyê “Mehmet Karayîlan” ên ser bi DEM Partyê bi tohmeta endametî li PKKê û pêşîneya sizayê girtîgehê, ji kar derxistin û 3 Qeyûmê destnîşankiryên dewletê danîne cihê wan şaridarên Kurd.

Li çendîn bajarên bakûrê Kurdistanê de xelkê bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember jikarderxistina Ehmed Turk şaredarên dinêye Kurd ji bajarvaniyê û dnîneserkar a kesên tirk li cihê wan, rijiyane ser şeqaman û xwenîşandan kirin.