Balafirên artêşa îsraîl fermandeyê binkeya berekat a Hizbullahê kirine armanc û herwisa li gundekî de 80 binkeyên binerd ên Hizbullahê teqandin.
Pêka rapora Artêşa Îsraîl, li 14ê Xelwerê de balafirên artêşa Îsraîl bi fermandehiya hêza 36 a Îsraîlê, fermandeyên binkeya Berekat a Hizbullahê ê bi navê “Ebû elî Riza” kuştine, navbirî birêlveberê berevaniya esmanî û dijetank li deverê de bûye.
Herwisa îsraîlê li tûnelên binerd ên Hizbullahê de 80 enbar û binkeyên Hizbullahê li gundekî li sînorî Lubnanê li nêzî bajarokên bakûrî yên Îsraîl bi awayekî hevdem teqandin.
Herwisa artêşa Îsraîlê ragihandiye ku serokê ewlehiya Hizbullahê li Sûriyê yê bi navê “Mehmûd Mihemed Şahîn” kuştine.
Gorî raporan çendîn binkên hêzên sipaha pastaran a tirorîst û girûp û milîsên girêdayî bi rêjîma Îranê li Sûriyê de bûne armanca bombebarana artêşa Îsraîl, lê heya niha ti amarek ji kuştî û birîndaran belav nebûye.
Êrîşên Îsraîl bo ser Hizbullahê li halêekê de ye ku pêka hinek çavkaniyan, li nêzî mala Binyamîn netanyahoo yê serokwezîrê Îsraîl dengê teqînên mezin hatine bihîstin.
Wezareta tendirustiya Lubnanê amarek belav kir ku gorî wê amarê hejmara kuştiyên Lubnanî bi sedema êrîşên Îsraîl ji 3 Hezar kesî derbas bû û sedan Gund û Bajêrok bi temamî hatine ji nav birin û bi milyonan xelk penaber û bê mal û hal mane.