Li halekê de ku hejariya dijwar pêsîra piraniya xelkê Îranê girtiye, rêjîma Îranê zêdetir ji nîveya dahata neft û gaza Îranê bo beşa leşkerî û şerxwziyên xwe diyarî, kiriye
Pêka bûdceya pesendkirî ya sala 1404 a Rojî, 560 tirîyon Tumen ji dahata neft û gaza Îranê bo beşa leşkerî û şerxwaziyên rêjîmê hatiye diyarîkirin, ew yeka li halekê de ye ku bo beşên din nêzî 500 tirîliyon Tumen ji dahata neft û gaza Îranê hatiye diyarîkirin û herwisa 3 milyard Dolar jî ji sendûqa geşeya Îranê bo beşa leşkerî ya rêjîmê, hatiye kêmkirin.
Li halekê de ku beyta rêberiya rêjîmê û navend û dezgehên din ên rêjîmê, beşeke nexuya ji dahata neft û gaz û herwisa dahata giştî ya Îranê talan dikin, beşek ji wan talankariyan bo şerxwazî, pîlan û fitneyên vê rêjîmê li cîhanê bi taybet li Rojhilata Navîn de tê xerckirin.
Li halekê de ku bûdceya sala 1404, 12 hezar milyard Tumen e, kêmtir ji nîveya vê dahatê bo beşa giştî û hiqûqan hatiye diyarîkirin, li halekê de ku tewerom pêka amarên rêjîmê %40 e, lê li rastiyî de gelek ji vê zêdetir e, hiqûq tenê bi qasî %20 hatiye zêdekirin û serweyî wan talankirinan, rêjîmê hêj 2 hezar milyard Tumen bacê ji xelkê distîne.
Ew bûdce di cihê ku bo dabînkirina jiyana xelkê Îranê be, zêdetir bo piştevanîkirin li şerxwaziyê hatiye diyarîkirin.