Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li 14ê Xezelwerê 7 kes bidar vekirin

11:51 - 5 Çirriya paşîn 2024

Rêjîma Îranê 7 kes li girtîgehên rêjîmê li bajarê Urmiye, Kirmaşan, Mînab, Şîraz û Kehnûc”ê de bidar vekirin, ew girtiyane bi tohmetên kuştina bi zanebûn ji aliyê dadgehên rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.

Pêka rapora Kurdpayê, roja Duşemî 14ê Xezelwerê, 2 welatî yên bi navê “Ramîn  Kazim Elîlû” yê temen 32 salî, xelkê bajarê Urmiyê û “Elî Moiminî” yê temen 24 salî ku li 2 dosyeyên cuda de bi tuhmeta kuştina bi zanebûn ji aliyê dadgehên rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê de hatine bidarvekirin.

Herwisa û pêka rapora “HRANA”yê, li sibêdeha roja Duşemî 14ê Xezelwerê, “Yûsif Ehmedî”, temen 32 salî yê xelkê gundê “Çiraxsûz”ê  ser bi bajarê “Beşagird”ê ser bi bajarê Mînabê, ku bi tuhmeta kuştina bi zanbeûn ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Mînabê de hate bidarvekirin.

Li vê rojê de ciwanekî Kurd ê xelkê Kirmaşanê yê bi navê “Arwîn Qehremanî” ku bawirmendê ola Cihû ye û pêştir bi tohmeta kuştina bi zanebûn ji aliyê rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi sere de hatibû sepoandin, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kirmaşanê de hate bidarvekirin. 

Herwisa li vê rojê de “Mensûr Restaxîz,  Elîriza Cemşîdî û Mihemedriza  Sitûdê” li girtîgehên rêjîmê li bajarê Şîraz û Kehnûcê de hatine bidarvekirin.