Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Welatên yêkbûyî ye Amerîka îro bona hilbijartina serkomarê xwe bo 4 salan diçne ser sindûqan

11:52 - 5 Çirriya paşîn 2024

Îro bo welat û xelkê Amerîka re rojekî girînge û dikarin bi avayekî azad û dêmokratîk çarenivîsa welatê bo heyamê 4 salan bispêrne dest serkomarekî nû û siyaset û partiya wî serkomarê ku serdikeve.

2 Partiyên Komarîxwaz û Dêmokrat rikeberiyê dikin ji bona bidestveanîna piraniya dengên xelkê Amerîka bo geheştin bi posta serkomariya wî welatî.

Hilbijartina Amerîka bo hemî cîhanê giringî hehey û çavê wan li ser encama hilbijartina Amerîka ye.

Li halekê de ku rikeberiya gelek nêzîk a Donald Trump û Kamala Harîs bi germ û gurî li Amerîkayê de bi rê diçe, nîveya xelkê Amerîkayê, berî roja hilbijartinê, dengê xwe dane û hêj xuya nîne ku kê ji wan berbijêran dê bibe Serkomarê Amerîka.

Pêka zanyariyên “rapirsiya taybet bi hilbijartinê” a zanîngeha Filorîdayê, nêzî 78 milyon kesan pêşwexte deng dane ku nêzî nîveya rêjeya denderan a hilbijartina Serkomariya Amerîkayê li sala 2020 de ye.

Îro ku hilbijartin bi dawî têt, çen demjimêran piştre encamên berahî dê xuya bin ku kê serkevt, lê encama fermî renge çend rojan bikêşe heya xuya dibe.

Li halekê de ku rêjîma Îranê bi hemû hewlên sîxurî-saybêrî, dixwaze destêverdan li wan dengdanan de bike lê heta niha rikeberiya wan 2 berbijêran bi germ û gurî berdewam e.

Li egera hilbijartina Donald Trump bo Serkomariya Amerîkayê, dê givaşên ser rêjîma Îranê zêdetir bibin.