Rêjîma Îranê bi hevkariya Rûsiyê 2 mahwareyên sîxurîkirin û herwisa bi armanca leşkerî li walatiya esman de cihgîr kirin, bi wî awayê niha rêjîma Îranê 3 mahware li walatiya esman de hene.
Rêjîma Îranê bi hevkariya Rûsiyê û bi rêya mûşekên Sayoz a cura 2.1B a Rûsiyê, kariye 2 mahwareyên “Koser û Hodhod” li bilindahiya 500 kîlometrî ya walatiya esman de cihgîr bike û ew sêyemîn mahwareya rêjîma Îranê li walatiya esman de ye.
Pêştir ji mahwareya Xeyam bi rêya mûşeka Rûsiyê ya Sayoz, bo 500 kîlometrî ya walatiya esman hatibû şandin. Niha rêjîma Îranê dikare bi rêya wan 3 mahwareyan, sîxurî, çavdêrî û herwisa bi armancên leşkerî yên navberî bo peydakirina hûr û serast a armancan bo diron û mûşekên xwe bi kar bîne.
Rêjîma Îranê îdia dike ku ew mahware bi armanca “lêkolîn ji dûrve ya erdê û bikaranîna înterneta alavan bi banda berteng” e li rastiyê de ew îdiaya rêjîmê çewt e û bi armanca leşkerî ew mahware li esman de cihgîr kirine ku şiyan û serrastiya lêdana armancan bi mûşek û dironan gelek hêsantir û hûrtir bike.