Malnişînkiriyan, perestaran, pêşkirên xaniyan û karmendan 23 kombûnên nerizayetî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi rê ve birin.
Roja Dûşemî 14ê Xezelwerê, malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên “Kirmaşan, Sine, Îlam û Merîwan”ê de kombûna nerizayteiyê lidar xistin û li derheq çendîn mijarên wek birêveneçona ayînnameya xweşbijîwî, nedana hiqûq û paşketina wan, guherîna bîme ji %20 bo %50 û çend mijarên din li rûberûyê îdareya muxabirat li wan bajaran de nerizayetiya xwe dane xuya.
Herwisa li vê rojê de sendîkaya Azad a kedkarên malnişînkirî li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Merîwan û Îlamê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û 3 kombûnên hevşêwe ya vê sendîkay li bajarên “Sarî, Dizfûl û Reşt”ê de jî bi rê ve çon.
Herwisa malnişînkiriyên Îdareya muxabirat li bajarên wek “Têhran, Îsfehan, Şîraz, Zencan, Erdebêl, Bender Ebbas, Ehwaz, Tewrêz, Hemedan, Sarî, Dizfûl û Reşt”ê de jî bi rê ve çon.
Li vê rojê de perestaran li bajarên “Zencan, Bûşêhr û Yezd”ê de kombûnen berfireh ên nerizayetiyê lidar xistin.
Li bajarê Zencanê de jî pêşkirên malan kombûneke nerizayetiyê lidar xistin.
Malnişînkiriyên artêşa rêjîmê û herwisa malnişînkiriyên Deng û rengê rêjîma Îranê jî li bajarê Têhranê de kombûna nerizayteiyê lidar xistin.