Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi berhemanîna dermanên sexte, bûye sedema canjidestana 10an nexwewşan

11:57 - 5 Çirriya paşîn 2024

Heta niha zêdetir ji 70 nexweşên hewce bi alava diyalîz, bi sedema peydabûna Alomînyom li nav madeya bikarhatî li wan alavan de canê xwe ji dest dane ku ji aliyê şirketeke ser bi rêjîmê berhem aniye.

Berdevkê Komîsiyona Tendirustî ya meclîsa rêjîmê, Selman Îshaqî roja Şemî 12ê Xezelwerê ragihandiye ku 70 nexweşên hewce bi alava diyalîzê li encama bikaranîna madeya alomînyom li şilemeniya bikarhatî li alava diyalîzî de canê xwe ji dest dane û pêştir jî ew komîsiyona meclîsa rêjîmê ji canjidestdana 50 nexweşên diyalîzî bi vê sedemê li Îslal de agehdar bibû.

Ew dermanê taybet bi alava dilalîzê, ji aliyê şirketa “Samin” a ser bi damezraveya Astanê Qudsê Rezewî ya rêjîmê ye ku ji sala 1371 heta niha, take berhemhênera wan cure dermanan li Îranê de bûye.

Rêjîma Îranê bi cihê hawirdekirina dermanên bi wec bo nexweşan, dermanên sexte û bikêrnehatî bo nexweşan berhem tîne û li çareseriya dermaniya wan de bi kar tîne ku heta niha bûye sedema canjidestdana 100an nexweşî li Îranê.