Li roja Sêşemî 15ê Xezelwerê, rêjîma Îranê li girtêgehên xwe li bajarên “Yezd, Zahidan, Meşhed, Cîroft û Hemedanê de zêdetir ji 9 binçavkirî bidar vekirin.
Pêka rapora “Hengaw”ê li sibêdeha roja Sêşemî 15ê Xezelwerê, “Mehmûd Şehrekî û Mihemedriza Dawer” ên xelkê bajarê Zabolê û “Mecîd Qedîrî” xelkê bajarê Meşhedê û herwisa kesekî xelkê Efxanistanê yê bi navê “Zahir Seferî” li girtîgeha “Wekîlabad” a rêjîmê li bajarê Meşhedê de hatine bidarvekirin.
Herwisa “Arif Kemalî” xelkê bajarê Cîroftê jî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Cîroftê, “Yeiqûb Naroyî” yê temen 26 salî xelkê bajarê Zahidanê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zahidanê, hatine bidarvekirin.
Herwisa li vê rojê de li girtîgeha rêjîmê li bajarê Yezdê de, hevwelatiyekî din ê Belûç ê bi navê “Muhsin Nijadîmuqedem” hatiye bidarvekirin û herwisa “Hamid Mêhreban” ê temen 38 salî û “Daryûş Seîdî”, temen 32 salî li girtêgeha Elwend a rêjîmê li bajarê Hemedanê de hatine bidarvekirin.
Pitira wan bidarvekiriyan hevwelatiyên Belûç in.
Herwisa li roja Çarşemiyê 16ê Xelzelwerê, li girtîgeha “Qizilhisar” a rêjîmê li bajarê “Kerec”ê, , 4 kes hatine bidarvekirin, ew amar destpêkî ne û renge rêjeya bidarvekirinan li vê rojê de zêdetir bibe.