Rêjîma Îranê bo perdepoşkirna neşiyana xwe li dosyeya kuştina “Mehdî Fexrîzade”, tohemat sîxurîkirin bo Îsraîlê li 2 kolber û kasibkarekî daye û bi vê binyata çewt, sizaya bidarvekirinê bi ser wan de sepandiye.
Pêka rapora “Kurdpa”yê, 2 kolber ên bi navên “Idrîs Alî û Azad Şucaî” yên xelkê gundê “Dolegerim”ê ser bi bajarê Serdeştê ku xwedî zarok in û herwisa kasibkarekî xelkê bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê yê bi navê “Resûl Ehmed Mihemed” ji aliyê dadgeha înilab a rêjmê li bajarê Urmiyê de bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîl, sizayê bidarvekirinê bi ser wan de hate sepandin.
Pêka vê raporê, ew 3 welatiyên Kurd li jêr îşkenceyên hovane de li îşkencegehên îtilaata rêjîmê li bajarê Urmiyê, neçar bi îtirafkirina bi zorê bûne û rêjîmê bi pêka wan îtirafên bi zorê, sizayê bidarvekirinê bi ser wan welatiyên Kurd de sepandiye.
dezhegên ewlehî û dadweriyên rêjîmê bo perdepoşkirina neşiyana xwe li dosyeya “Mehdî Ferxrîzade” ku tacirê navkî û berpirsekî bernameya navkiya rêjîma Îranê bû, li pey sepandina tohmetên çewt bi ser xelkê medenî de ye û niha ew 3 welatiyên kurd bi tohmeta “sîxurîkirin bo Îsraîl û veguhastina alavên hewce bo kuştina wî terorîstê rêjîmê, sizayê bidarvekirinê bi ser wan kolber û kasibkarên sînorî de sepandiye.
Bi wî awayî rêjîma Îranê bo perdepoşkirina neşiyana xwe, xelkê bêtawan siza dike.