Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Trump bû Serkomarê nû yê Amerîkayê

13:22 - 6 Çirriya paşîn 2024

Pêka dawî amar û nûçeyên belavbûyî, Donald Trump ê berbijêrê Komarîxwazên Amerîkayê li hilbijartina serkomariya Amerîkayê de bi ser kevt û bû serkomarê nû yê Amerîkayê.

Pêka rapor û amarên “Fox News” a Amerîkayê, “Donald Trump” bi 277 dengên Elêkrta li hember Kamêla Harîs bi 226 dengên Elêktra, bi ser kevt û bû 47emîn Serkomarê Amerîkayê û her ji destpêkê ve serokwezîrê Îsraîl û serkomarê Firansê, pîrozbahî li Donald Trump kirin.

Li vê derheqê de Binyamîn Netanyaho ê serokwezêrê Îsraîlê ragihandiye ku serkevtina Donald Trump, serkevtinek mezin e û zivîrîna “Donald Trump” bo Koşka Sipî, zivirîna hevpeymanetiya bihêz li navbera Îsraîl û Amerîkayê ye”.

Serokî NATO, wezîrê Derve yê Birîtaniyayê û Wezareta derve ya Çînê,jî peyamên pirêzbahiyê bo Donald Trump şandin.

Komarîxwazan li meclîsa Sena ya Amerîkayê de piranî bi dest xwe ve anîn û hûrdekariyên hilbijartina Serkomarî û Meclîsa Sena û Meclîsa Nûneran a Amerkayê, heta belavbûna vê nûçeyê li pêş nîvroya roja Çarşemî, hêj belav nebûne.

Heta niha rêjîma Îranê li derheq encama vê hilbijartina azad û demokratîk ti bertekek ji xwe nîşan nedaye lê xuya ye ku givaşên bo ser rêjîma Îranê dê zêdetir bibin.