
Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Sinê ku heyvekê berî niha ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatibû binçavkirin hêj bi nerohnî maye.
Pêka rapora Kurdpayê, qedera welatiyekî Kurd ê bi navê “Kêywan Mihemedî”, xelkê gundê Şiyan”ê ser bi bajarê Sinê, ku heyvek berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê ve li rêya hatina nav bajarê Sinê de hatibû girtin, hêj bi nerohnî maye û li derheq sizaya sepandî û cihê ragirtina navbirî ti zanyariyeke serast li berdest nîne.
Rêjîma Îranê li 29ê Rêbendana 1385 a Rojî, birayekî Keywan Mihemedî yê bi navê “Kiyûmers Mihemedî” digel kurmamekî wan ê bi navê “Nadir Mihemedî”, ji aliyê hêzên îtilaata spha pasdaran a terorîst ve hatibûne girtin û li taya 2 a dadgeha înqilab a rêjîmê bi tohmeta “muharibe” bi rêya endametî li Hizbeke Kurdîstanî, sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin û li 13ê Gelawêja 1386 a Rojî, hatine bidarvekirin.