Hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li parêzgeha Sinê de êrîş kirine ser gundekî ser bi bajarê “Sewlava”ê û bê hebûna ti belgeyeke yasayî, 3 welatî û zarokekî xelkê wî gundî binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.
Dehan kes ji bikirêgirtiyên îtilaata rêjîmê li bajarê Sewlava ya ser bi parêzgeha Sinê, êrîş kirine ser gundê “Dêweznaw”ê û 4 welatî ku yêk ji wan zarok e bi navên, “Ceifer Erdelan ê temen 40 salî, Mihemed Kerîmî yê temen 31 salî, Hemîd Salihînijad ê temen 27 salî û Sîna Esedî yê temen 15 salî” binçav kirin.
Hêzên îtilaata rêjîmê li dema binçavkirina wan welatiyan de bi hovitî û tundûtîj û bê ti belgeyeke yasayî ev 4 welatî binçav kirine.
Heta niha ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan û herwisa cihê ragirtina wan welatiyên kurd, li ber dest nîne.