Kolberekî xelkê bajarê Serdeştê li encama teqeya rasterast a hêzên sînorî yên rêjîma Îranê li sînorê Qendîlê de bi dijwarî hatiye birîndarkirin.
Roja Sêşemî 15ê Xezelwerê, kolberek bi navê “Cebar Zarê`î” yê xelkê gundê “Koleseya xwarê” ser bi bajarê Serdeştê li encama teqeya rasterast a hêzên sînorî yên rêjîma Îslamiya Îranê li sînorê Qendîlê de bi dijwarî hatiye birîndarîndarkirin.
Hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê, bê agehdarkirina berê teqe li wî kolberî kirine.
“Cebar Zarê`î” bi sedema kûrahiya birîna wî bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.
Herwisa li sînorê Newsûdê de jî hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê, bê agehdarkirina berê û bi awayê rasterast, teqe li kolberekê bi navê “Mardîn Şukrî” yê temen 42 salî, xelkê gundê “Dişê” ser bi bajarê Pawê, kirine ku navbirî bi dijwarî birîndar bûye û bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.
Hêzên hov ên rêjîmê li mewdaya nêzîk ve, teqe li wî kolberî kirine û navbirî ku bavê 2 zarokan e, bi dijwarî birîndar bûye û pêka dawî raporan, rewşa tendirustiya wî koolberî, baş nîne.