Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Perestaran li çend parêzgehan de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

12:22 - 7 Çirriya paşîn 2024

Li parêzgehên Yezd û Xûzistanê de perestaran li derheq sozên çewt ên berpirsan û herwisa rewşa kar, nedana hiqûqê  zêdekarî û guhnedana berpirsan bi daxwazî û rewşa kar û jiyana wan, kombûnên nerizayetî lidsar xistin.

Roja Çarşemî 16ê Xezelwerê, perstaran li parêzgehên Yezd û Xûzistanê de li derheq sozên çewt ên berpirsan, nedana hiqûq û heqdesta zêdekariyan û herwisa rewşa kar û guhnedana berpirsan bi daxwazî û rewşa kar û jiyana wan, kombûnên nerizayetî lidar xistin.

Wan perestaran li derheq heqûqê kêm bi berçavgirtina nirxa giraniyê û teweroma zêde û herwisa tomarnekirina demjimêrên karî yê perestaran, nerizayetiya xwe dane xuya û daxwaza bersivdana berpirsan kirine.

Kombûna nerizayetiya perestaran li parêzgeha Xûzistabnê ku li rûberûyê zanîngeha bajarê Ehwazê bi rê ve çobû, rastî tundûtîjiya hêzên hov ên parastina zanîngehê hatin û wan hêzan, li hember nerizayetiya hêminaneye wan perestaran de bi tundûtîjî bersiva wan dane û ew kutane û bêrêzî bi wan kirîne.

Heta niha ti berpirsekî rêjîmê ti bersivekî daxwaziyên wan perestaran nedaye.