Balafireke şer a cura F4 ya rêjîma Îranê li devereke nêzî bajarê Kirmaşanê, kevte xwarê û qedra xelebanê vê balafira rêjîmê nexuya ye, pêka gotina hinek çavkaniyan mûşekeke rêjîmê xwe bi vê balafirê kevtiye.
Pêka raporên belavbûyî, sîstema berevaniya rêjîmê li nêzî bajarê Kirmaşanê, balafireke F4 a rêjîmê kiriye armanc û seqetî û bikêrnahatina sîstema berevaniya rêjîmê careke din bi eşkere hate xuya û li êrîşa balafirên Îsraîlê de jî nekarîn ti berevaniyekê bikin.
Pêka raporên belavbûyî, piştî kevtinexwarê ya vê balafira rêjîmê li derdora çiyayê Bîstûnê, hêzên ewlehî, rêya Bîstûn-Dînewer”ê bi tevavî daxistin û îzna hatinûçonê nedane xelkê.
Balafirên F4 ên rêjîmê yên berhema sala 1952 a Amerîkayê ne ku niha li cîhanê de bi tenê ji aliyê rêjîma Îranê ve têne bikaranîn û li welatên din ên cîhanê de bi tenê li mozexaneyan de peyda dibin.
Pêka zanyariyên belavbûyî, sîstema berevaniya rêjîmê ew balafir kiriye armanc lê heta niha ti berpirs an dezgeheke pêywendîdar rêjîmê li vê derheqê de ti rapor an zanyariyek belev nekiriye.
Gelek caran mûşekên rêjîmê di cihê kevtin bi armancê, li cihê xwe de teqiyane an hêzên rêjîmê kirine armanc û bûne sedema kuştina hêzên rêjîmê. Li êrîşa yekem a mûşekiya rêjîmê bo ser Îsraîlê de jî mûşekek berî avêtinê teqiyabû û 11 pasdarên terorîst ên nêzî xwe kuştibûn.