Bi sedema alozî û zehmetiyên rewşa kar û jiyanê, pizîşk dest ji karê pizîşkiyê berdidin û li pey kareke din dikevin an ji Îranê direvin.
Serokê nizam Pizîşkiya rêjîmê “Mihemed Reîszade” tevî îşarekirin bi derkevtina pizîşk û kadrên dermanî ji Îranê gotiye: “xwendekarên zanîsta pizîşkî amade nînin ku li beşên pisporî ya pizîşkiyê de berdewam bin û berpirsên pêştir jî di cihê çareseriya sedema amadenebûna xwendekarên pizîşî bo berdewamî û bidestveanîna pisporiyên taybet, bi tenê rêjeya wergirtina xwendekaran li beşa pizîşkiyê de zêde kirine ku ew yek bi tevavî şaş e”.
Herwisa navbirî îşare bi dahata kêm a pizîşkan kiriye ku pêka hiqûqên beşên din, dahata wan zêde nebnûye û hejmareke zêde ji pizîşkan dest ji karê xwe berdane û li pey kareke din wek şofêriya taksiyan û destfiroşiya li bazarê de kevtine.
Li rastiyê de bi sedema nebûna ewlehiya kar, dahata kêm, givaşên rêjîmê bi ser pişîk û perestaran li Îranê û heta lêdan û binçavkirina wan ji aliyê hêzên ewlehî, bûye sedem ku dest ji karê xwe berdin û hejmarek ji wan ku bikarin ji Îranê derkevin, ji Îranê direvin.
Pêka amarên rêjîmê, 850 kes ji endamên heyeta zanistî ya zanistên pizîşkî îsal dest ji karê xwe berdane û li navbera 10 heta 12 hezar pizîşk jî li heyama 3 salên derbasbûyî de ji Îranê derkevtine.