Piştî serkevtina “Donald Trump” li hilbijartina Serkomariya Amerîkayê, nirxa dirafê Îranê daket û bazara bûrs a Têhranê jî rastî daketina nixa pişkan hat.
Piştî zivirîna Donald Trump bo Koşka Sipî, wek Serkomarê nû yê Amerîkayê, nirxa dolar li Îranê heta 70 hezar Tumenî derbas bû û tevî ku çendîn demjimêran bo 69 hezar û 600 Tumenî daket, lê pêka roja pêştir hêj 700 Tumen nirxa Dolar li hember dirafê Îranê bilintir bûye.
Herwisa li bajarê Têhranê de bazara bûrs rastî daketina nirxa pişkan hat û nirxa zêr jî zêde bû.
Li vê derheqê de berdevka rêjîmê “Fatime Mihaciranî gotiye: “bi berçavgirtina dorpêçên zêdetir ji 4 dehikan, êdî Îran gihîştiye astekê ku nigeranê serkevtina Donalkd Trump bo Serkomariya Amerîkayê nîne, ti cudatiyek li navbera Donald Trump û Joe Biden de nîne û bo me girîng nîne ku kê li Amerîkayê de dibe Serkomar, me bernameyên xwe pêştir dariştine”!
Gotinên vê berdevka rêjîmê li halekê de ye ku tevî daketina nirxa dirafê Îranê û pişka bazara Bûrs, ji destpêka derkevtina Amerîka bi serkomariya Donald Trump li Bercamê, nirxa dirafê Îranê li hember Dolar de 18 qat daketiye.