Piştî derxistina 3 şaredarên hilbijartiyê xelkê li bajarên Mardîn, Batman û Xelfetiyê, xelk rijyane ser şeqaman û nerizayetiya xwe nîşan dan, ew xwenîşandanên hêminane li sêyemîn rojê de jî berdewam e.
Piştî ku dewleta Tirkiyê li roja Dûşemî 14ê Xezelwerê, Ehmed Turk ê bajarvanê bajarê Mardînê û bajarvana bajarê Batmanê “Gulistan Sûnek” û bajarvanê bajarê Xelfetiyê “Mehmet Karayîlan” ên ser bi DEM Partyê bi tohmeta endametî li PKKê û pêşîneya sizayê girtîgehê, ji kar derxistin û 3 Qeyûmê destnîşankiryên dewletê danîne cihê wan şaredarên Kurd, xelkê xwenîşandan lidar xistin.
Li çendîn bajarên Bakûrê Kurdistanê de xelkê bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember jikarderxistina Ehmed Turk û şaredanê din ên Kurd û anîneserkar a kesên tirk bi cihê wan, rijiyane ser şeqaman û xwenîşandanên aştîêxwazane lidar xistin.
Xwenîşandana nerizayetiya Kurdan geheşte bajarê Îstenbolê jî û bi hezaran kes rijiyane ser şeqaman û xwenîşander rastî tundûtîjiya hêzên polîsê Turk hatin û dehan kes ji xwenîşanderan hatne girtin.