Piştî zivîrîna Donald Trump wek Serkomarê nû yê Amerîkayê, rêberên cîhanê peyamên pîrozbahî bo wî şandin.
Donald Trump ê berbijêrê Komarîxwazên Amerîkayê bû serkomarê nû yê Amerîkayê û serkomarê Firansê “Emanoêl Makron, berî hemû rêberên welatên Ewropayê, peyama pîrozbahî bo Donald Trump şand û ragihand ku amade ye her wek 4 salên derbasbûyî, digel Serkomarê Amerîka bo aşitî û xweşbijîviya zêdetir hevkariyê bike.
Herwisa Kiyêr Stamêr ê serokwezîrê birîtaniya tevî pirozkirina serkomariya nû ya Amerîka bi Donald Trump ragihand ku bi keyfxweşiyê ve li benda hevkarîkirin digel wî ye.
Herwisa serokê Alman “Olaf Şoltz” tevî pîrozbahîkirin li Donald Trump, ragihand ku Alman û Amerîka heyamekî dirêj e ku bi serkevtinê, bo bilindtirkirina asta xweşbijîvî û azadiyê li her du aliyên deryaya Etles de hevkariyê dikin û em dê berdevam bin.
Vêladêmîr Zêlênskî ê serkomarê Ukraynê jî tevê şandina peyama pîrozbahiyê bo Donald Trump gotiye ku ez spasiyê ji pêbendiya Serkomar Donald Trump bi aşitî bi rêya hêzê li karûbarên cîhanê dikim.
Serkomarê berê yê rûsiyê, Dêmîtrî Medvêdof ragihand ku hatineserkar a Trump, dê derbê bi Ukraynê bide.
Herwisa binyamîûn Netanyahû ê Serokwezîrî Îsraîl tevê pirîzbahî li Dunald Trump ragihandku ew destpêkek nû bo Amerîka û pêbendiya bihêz a dubare bo yekîtiya mezin a li navbera Îsraîl û Amerîkayê de ye
Herwisa serokê NATOyê “Mark Rotê”, serokwezîrê Çêkê “Pêtr Viyala, Analîna Boêrbok a Wezîra Derve ya Alman, serokê Komîsiyona Ewropayê “Orsêla Fondêrlayn”, Serkomara Îtaliya “Coreciya Mêlonî, serrokwezîrê Hindistanê “Nandra Modî, Kamîêla Harîs a rikeberê Demokratan li hilbijartina serkomariya Amerîkayê, Serokwezîrê Îspaniya Pêdro Sançêz, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, û dehan rêberên din ên cîhanê peyamên pîrozbahiyê bo Donald Trump şandin.
Rêjîma Îranê jî ragihandiye ku hilbijartina Amerîkayê ti pêwendiyek bi me ve nîne!