Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê dixwaze zarokan û qutabiyan bo armancên çewte xwe bikar bîne

12:33 - 7 Çirriya paşîn 2024

Rêjîma Îranê li hinek gundên herêma Soma û Biradosta girêdayî bi bajarê urmiyê, dest biriye nana qutabxane û xwendingehan û qutabiyan fêrî perwerdeya leşkerî û şer dike.

Gorî zaniyariyên geheştî ev çend roje ku Sipaha pastaran a tirorîst li sipaha “Sêro” yê serdana qutabxanên gundên Hovesin, Merne, Cohnî, û çendîn gundên devera Biradosta diket û daxwazê ji qutabiyan dikin ku biçne cihê amûzişiya serbaziye Sêro yê bo wergirtina perwerdeya serbazî û şer û çavaniya bikaranîna çêkê.

Bi taybet sipaha pastaran a tirorîst givaş xistiye ser Keçên xwendekar û qutabî yên gundên Hoversin û Mernê ku dibe biçin devra nizamî û bikaranîna çekê bibînin û karta besîciyê wergirin, hekî ne gef ji qutabiyan kirine ku dê ji heçî mafek û imtiyazekê bêne bêparkirin.

Gorî zaniyariyan çendîn Keçên gundên Hovesin û Merne û Cohniyê digel qutabiyên Kur, birine Sêroyê.

Rêjîma şerxwaz û dijemirove komara Îslamî ku niha baş dizane ku hewcehî bi şer û qurbanîkirina zêdetire xelkê heye, niha wan qutabiyan dibe amûzişa nizamî daku wek leşker û çekdar û hêza xwe bide xuyakirin, hem dixwaze netebayî û dudesteyî û fitnê bêxe nava xelkê.

Lewma hewceye dayîk û bavê wan qutabiyan haydar bin û îznê nedin ku zarokên wan bi çi qîmetekê bikevne nava vê dafka rêjîmê. Çimku egera hindê heye li pêşerojê de û li merasimên taybet de, rêjîm kincên serbazî têke ber wan zarokan û wisa nîşan bide ku ev sîxur û caş û kirêgirtiyên rêjîmê ne û wan qutabiyan di nava xelkê de bê hitbar û xirab bide naskirin.