Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê îdia dike ku dê carekî din êrişê bike ser Îsraîl

11:56 - 2 Çirriya paşîn 2024

Deshilatdar û bi taybetî fermandên hêzên tirorîste rêjîmê dîsan gefan dikin ku dê bersiva êrîşa Îsraîl bo ser Îranê bidin.

Pastarê tirorîst Husêyn Selamî, fermandê sipaha Pastaran a tirorîst carekî din gef ji Îsraîl xwarin û got: We hela em nas nekirine! We dît ku me çavan esman dirand û bergiriya esmaniye we çavan kar kir! We wê carê jî xeta kir û hunê dê bersiva wê bi çavê xwe bibînin.

Elî Fedewî cêhgirê fermandê giştiye sipaha pastaran a tirorîst jî got: Bersiva Îranê bo êrîşa Îsraîl hetmiye û çi tiştek nikare pêşiyê lê bigre.

Mihemed Gulpayiganî serokê deftera Elî Xamineyî jî got: Êrîşa wê dawiyê a Îsraîl bo ser hin cihên Îranê, dê bersivekî tund hebe ku bi avayekê wan ji wî karê wan poşman bike.

Nûçegihaniya Aksiyos di raporekê de belav kir ku rêjîma Îranê xwe amade dike ku wan rojan ji riya Îraqê ve êrîşê bike ser Îsraîl, ewa jî di demekê de ye ku Îsraîl berdewam radigehîne ku ger rêjîma Îranê xetayekî wisa biket, wê carê dê êrîşa Îsraîl gelek berfirehtir û kuşendetir be.