Kolberekî xelkê Ciwanroyê li encama teqeya rasterast a hêzên hov ên rêjîma Îranê li sînorê Newsûdê de bi dijwarî birîndar bû û bo çareszeriya pizîşkî bo navendên dermanî hate veguhastin.
Pêka rapora “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 15ê Xezelwera 1403 a Rojî, kolberekî xelkê bajarê “Ciwanro”, yê bi navê “Es`ed Fîrûzbext” li sînorê bajarê Newsûdê de li encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê bi dijwarî hatiye birîndarkirin û bi sedema kurahiya birînan, bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.
Hêzên hov ên rêjîmê li sînorê Newsûdê, bê agehdarkirina berê û bi awayê rasterast, teqe li wî kolberî kirine û heta niha zanyariyeke zêdetir li derheq rewşa tendirustiya wî kolberî, nehatiye zanîn.
Herwisa li 12ê Xezelwerê de kolberek ê bi navê “Mardîn Şukrî”, xelkê gundê “Dişê” ser bi bajarê Pawê, li encama teqeya rasterast û li mewdaya nêzîk ve ji aliyê hêzên sînorî yên rêjîma Îranê li sînorê Newsûdê de bi dijwarî birîndar bibû.
Hêzên hov ên rêjîmê, bê agehdarkirina berê, teqe li wî kolberî kiribûn.