Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê “Sehnê”, li girtîgeha “Qizilhisar” a rêjîmê li bajarê Kerecê de hate bidar vekirin, ew welatî ji aliyê dadgeha rêjîmê bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sedpandin.
Pêka rapora Kurdpayê, sibêdeha roja 16ê Xezelwerê, Welatiyekî Kurd ê bi navê “Celîl Îqbalzade”, xelkê bajarê “Sehnê”, ser bi parêzgeha Kirmaşanê, li girtîgeha “Qizilhisar” a rêjîmê li bajarê Kerecê de hate bidar vekirin, ew welatiyê Kurd pêştir ji aliyê dadgeha rêjîmê ve bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sedpandin.
“Celîl Îqbalzade”, ku 4 salan berî niha hatibû binçavkirinê, li roja Duşemî 14ê Xezelwewrê de bi armanca cîbicîkirina sizaya bidarvekirinê, bo odeya takekesî ya girtîgeha Qizilhisarê hatibû veguhastin û heta niha jî nûçeya bidarvekirina wî welatiyê Kurd ji aliyê navendên fermî û ragihandinên navxweyî yên Îranê, nehatiye belavkirin.
Rêjîm roj bo rojê zêdetir pêla êidaman lezgîntir dike û kêm roj heye ku çendîn girtî bi sûçên cuda cuda neyêne bidarvekirin.