Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Raportêra taybet a Saziya Netewên Yekgirtî li derheq zêdebûna bidarvekirinan li Îranê nigeran e

12:10 - 9 Çirriya paşîn 2024

Zêdebûna rêje û lezgîniya bidarvekirinan li Îranê, nigeraniya micid a raportêra taybet a Saziya Netewên Yekgirtî li karûbarên Îranê de li pey xwe anî.

Roja Pêncşemî 17ê Xezelwerê, “May Sato” raportêra taybet a Saziya Netewên Yekgirtî li karûbarên Îranê, tevî nîşandana nigeraniya xwe ya micid li derheq zêdebûna bidarvekirinan li Îranê de, bi tekezî ragihand: “Rêjîma Îranê bi awayê sîstematîk, mafên civakî yên xelkê Îranê sînordar kiriye û piraniya tohmetlêdanên ewlehî bi armanca binçavkirina parêzerên mafê mirovî û rojnamevanan bi kar tîne ku tendirustiya hejmareke zêde ji wan, bi sedema destpêregihîştina sînordar bi derman û çareseriya pizîşkî, li jêr gefan de ye”.

Rêjîma Îranê li cîvaka cîhanî de bi sedema bidarvekirina xelkê, rastî rexneyên micid hatiye û ji heyva Oktobra sala derbasbûyî ve heta heyva Oktbra îsal, zêdetir ji 811 kes bidarvekirine û li rojên “Sêşemî û Çarşwemî”ya heftiya derbasbûyî de zêdetir ji 27 kes, bidar vekirine.

Herwisa “May Sato” tekezî kiriye ku rêjîma Îranê yek ji wan çend welatên cîhanê ye ku heta niha amade nebûye konvansiyona nehiştina her cure cudatîdanîek bo jinan, pesend bike.