Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binkeyên ewlehî û fermandehiya Hizbullahê li başûrê Lubnanê bûne armanca êrîşên Îsraîlî

12:18 - 9 Çirriya paşîn 2024

Binkeyên ewlehî, fermandehî û çavdêrî ya Hizbullahê li bajarê “Sûr” li başûrê Lubnanê bûne armanc û hatine teqandin û xisarên giran bi Hizbullahê kevtine û dehan kes ji wan milîsan hatine kuştin.

Balafirên Îsraîlî li demjimêrên şevê, li bajarê “Sûr”, li başûrê Lubnanê de binkeyên ewlehî, zanyarî, fermandehî û heriwsa kontrol û çavdêriya Hizbullahê kirine armanc û teqandine û xisarên giran bi milîsên Hizbullahê kevtine.

Pêka raporên belavbûyî, Artêşa Îsraîl li 24 demjimêrên roja Înê, dehan kes ji milîsên Hizbullahê li başûrê Lubnanê de kuştine û herwisa çendîn lançêrên avêtina rakêtên Hizbullahê ku pêştir deverên “Eka û Exîhûd”ê li Îsraîlê de kiribûne armanc, li dema amadebûn bo êrîşeke din de teqandine.

Pêka raporên Artêşa Îsraîl, Hizbullahê bi sedema derbên giran, şiyana xwe li dabînkirina alav û hêza hewce bo êrîşkirinan heta asteke zêde ji dest daye û bo kêmkirina xisarên bi enbarên cebilxane û navendên ewlehî û birêveberî, li deverên bi hişîmeteke zêdetir cihgîr bûne û we mertalê zindî bi kar tînin û cebilxaneya xwe li nêzî binkeyên “UNIFEL”ê de vedişêrin.

Hêzên Îsraîlê bi diron û koadkopterên biçîk, li peydakirin û derbelêdan bi milsên Hizbullahê roleke girîng hene û heta niha derbên giran bi milîsên Hiuzbullahê dane.