Karwaneke hêzên spaha pasdaran a terorîst kevte ber êrîşa Hêzên Ceyşuledil û zêdetir ji 12 kes ji wan hêzan hatine kuştin an birîndarkirinê û li êrîşeke din de zêdetir ji 4 pasdarên din jî kuştin.
Pêka daxuyania rkxistina Ceyşuledil, roja Înê 18ê Xezelwerê, karwanbeke hêzên spaha pasdaran a terorîst ku ji bakûrê Belûçistanê ve bo encamdana manorekê bo bajarê Raskê li başûrê Belûçistanê çobûn, kevtine ber êrîşa hêzên Ceyşuledilê û li yekem êrîşê de zêdetir ji 12 pasdarên terorîst kuştin û birîndar kirin.
Herwisa 4 kes ji hêza sabirîn ên digel vê karwana spaha pasdarn ku li vê êrîşê de teqe li malbateke Belûç li maşîna wan kiribûn, li nav vê karwanê de hatine peydakirin û hatine kuştin û herwisa pasdarekî din ê rêjîmê jî, hatiye kuştin.
Ceyşuledilê li daxuyaniya xwe de ragihandiye li vê emelyatê de 4 kes ji hêzên wê jî hatine kuştin.
Pêka raporên rêjîmê, hêzên spaha pasdaran li nêzî gundê Fîrozabadê ser bi bajarê Raskê, kevtine nav boseya duyem a hêzên ceuşuledil.
Herwisa hêlîkopterên rêjîmê li esmanê çendîn deverên Belûçistanê de dor lêdane û li deverên “Korîn, Sercengel û Çah Ehmed” ên ser bi bajarê Zahidanê de bi awayekî berfireh hêz cihgîr kirine.