Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi ceribandina mûşekek dûrhawêj gefa ceribandina çeka navkî xwar

12:23 - 9 Çirriya paşîn 2024

Li bajarê Şahrûdê de rêjîma Îranê mûşekekek dûrhawêj ceriband ku vê mûşekê şiyana hilgirtina kumika navkî heye û endamekî meclîsa rêjîmê jî gotiye ku dema cerbandina bomba navkî hatiye.

Roja Înê 18ê Xezelwerê, rêjîma Îranê bi ceribandina mûşekke dûrhawêj ku şiyana hilgirtina kumika navkî heye, gefa berhemanîna çeka navkî xwar, ew yek li halekê de ye ku rêjîma Îranê heta niha îdia dikir ku li pey bidestveanîna çeka navkî nîne.

Li vê derheqê de “Nadir Ehmedî” ê nûnerê meclîsa rêjîmê, tevî îşarekirin bi ceribandina mûşeka dûrhawêj li bajarê Şahrûdê de, li tora civakiya “X” de belav kiriye ku ew mijareke nû nîne û ew pêvajoya leşkeriya me li geşedan bi mûşekasn bo rêgirîkirinê ye û ya ku dibe ku li demeke kin de bê ceribandin, ceribandina çeka navkî û ragihandina fermî ya bidestveanîna çeka navkî ye.

Rêjîma Îranê ku pêbendê ti yasya û orfeke exlaqî, olî, û navnetewî nîne, ewlehiya cîhanê bi taybet devera Rojhilata Navîn xistiye jêr metirsiyê û li dema bidesveanîna çeka navkî dê li ser hemû cîhanê bibe gefeke gelek micid.