Wezareta Dad a Amertîkayê ragihand ku spaha pasdaran a terorîst pîlana terorkirina Donald Trump hebûye û xwestine bi rêya bi kirêgirtina kesekî Amerîkayî, Donald Trump teror bikin.
Wezareta Dad a Amerîkayê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku berpirsekî spaha pasdaran a terorîst bi navê “Ferhad Şakirî, bi kesekî Amerîkayî spartiye ku pîlanekê bo çavdêrîkirin û terorkirina Donald Trump darêje û hekî nekare berî hilbijartinê Donald Trump teror bikin, ew pîlan bo piştî hilbijartinê ku dê hêsantir bibe, bê birêvebirin.
Pêka vê daxuyaniyê, “Ferhad Şakirî” li lêpirsînên “FBI”yê de gotibû ku li heyama ku spaha pasdaran bo wî diyarî kiribû, ti pîlanek bo encamdana vê terorî nedarêtiye.
Li vê derheqê de “Kirûstofêr Ray” ê serokê “FBI”yê gotiye: “kesên rênimûnîkirî ji aliyê rêjîma Îslamiya Îranê li gefxwarin bi xelkê Amerîkayê ên wek “Donald Trump” û berpirsên din ên Amerîkayê, berdewam e, spaha pasdaran wek rêkxiraveke terorîstî digel cinayetkar û bikujan hevkariyê dike da ku xelkê Amerîkayî li axa Amerîkayê de bikin armanc û ew yek bi ti awayekê nayê qebûlkirin.
Herwisa li vê derheqê de dadstanê devera başûrê New Yorkê, “Damiyan Wîlyamz” jî daxûyaniyeke hevşêwe belav kiriye