Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Alman daxwaz ji welatiyên xwe yên li Îranê de kir ku ji Îranê derkevin

12:02 - 2 Çirriya paşîn 2024

Berdevkê Wezareta Derve ya Alman daxwaz ji xelkê Alman kir ku xwe ji serdan bo Îranê biparêzin û Almaniyên ku niha li Îranê de ne, ji Îranê derkevin.

Piştî bidarvekirina “Cemşîd Şarmehd” û gazîkirina balyozê rêjîmê li Alman bo Wezareta Derve ya Alman û wexwandina balyozê Alman ji Têhranê, Berdevkê Wezareta Derve ya Alman “Sibastiyen Fîşêr” daxwaz ji xelkê Alman kir ku xwe ji serdana bo Îranê biparêzin yên ku niha li Îranê de ne, ji Îranê derkevin.

Piştî bidarvekirina “Cemîd Şarmehd” ku nasnameya Îranî-Almanî hebû, aloziyên siyasî yên li navbera Alman û rêjîma Îranê, kevtiye qonaxeke nû û dewleta Alman dixwaze 3 konsûlxaneyên rêjîma Îranê li Alman de dabixe û bo vê yekê biryar hatiye dan ku li heyama çend heftiyan de, ew bername bi tevavî bê cîbicîkirin lê bo betalkirina bînayên wan konsûlxaneyan derfeteke kin hêj hewce ye.

Sibastiyen Fîşêr”bi tekezî ragihand ku rêjîma Îranê, xelkê Alman bi barimte digre û Wezareta Derve biryar daye ku ji bûyerên wiha rêgiriyê bike.