Li teqîneke mezin li wêzgeha Qetarê li bajarê Kuwêytê de li Pakistanê, zêdetir ji 24 kes hatine kuştin û zêdetir ji 40 kes hatine birîndarkirin, hizbeke Rojhilatê Belûçistanê, ew teqîn girte stuyê xwe.
Pêka raporên fermî yên Pakistanê, teqîneke mezin li demjimêr 8 û 45 xulekên sibêdehê bi dema Pakistanê, li bajarê Kuwêytê, navenda îyaleta Belûçistan a Pakistanê li cihê kombûna rêvîngên bo bajarê Pîşawerê de teqiyaye û Polîsê Pakistanê gotiye ku armanca vê teqînê serbazên hêza bejayê ya fêrgeha leşkerî ya padigana “Rawêlpêndî” bûye.
Artêşa Azadîxwaza Belûçistanê, “BLA” bi belavkirina daxuyaniyekê ew teqîna xwekujî kêşaye stuyê xwe.
Li dema teqînê de nêzî 100 kes li wir bûne û li dema teqînê de çend jin û zarok jî hatine kuştin.
Berdevkê hikûmî yê birêveberiya deverê, “Şehîd Rînd” gotiye ku ew teqîn wek teqîneke xwekujî tê xuya lê lêkolînên artêşa pakistanê hêj berdewam in.
Herwisa serokwezîrê Pakistanê “Şehbaz Şerîf” li vê derheqê de gotiye ku darêjerê vê êrîşê dê rastî nirxên gelek giran bên.