Li halekê de ku banka navendî tûşî çendîn pirsgirêkên gelek micid ên wek nebûna piştevaneya malî bûye, îdia dike ku hatineserkar a Donald Trump tî bandorek li ser aboriya Îranê nîne!
Serokê banka navendiya rêjîmê Mihemedriza Ferzîn li gotineke çewt de îdia dike ku hatineserkar a Donald Trump ti bandorek li ser aboriya Îranê nîne, ew li halekê de ye ku nixa dirafê Îranê li destpêka hatineserkar a Donald Trump gelek daket û bajara Bûrsa Îranê rastî daketina lezgîn a giştî ya pişkên bazara Bûrsê hat.
Herwisa navbirî îdia dike ku paşkevta malî ya Îranê zêde bûye û paşkevteke cihê hitbarê hene, ew yek jî li halekê de ye ku ji 3 salan berî niha ve, enflasiyon 3 qat zêde bûye, nexdînigî ji 9 hezar tirîliyon Tumenî derbas bûye û banka navendî dirafê bê piştevane çap dike û pêka dawî amaran li demsala havîna Îsal, deyna kabineyên rêjîmê bi banka navendî ji hezar û 654 tirîliyon Tumenî derbas bûye.
Li rewşeke wiha de îdiaya serokê banka navendiya rêjîma Îranê cihê pêkenînê ye.