Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê welatiyekî xelkê Hêrsînê li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê de bidar vekir

12:02 - 10 Çirriya paşîn 2024

Rêjîma Îranê welatiyekî kurd ê xelkê bajarê Hêrsînê ku bi tohmeta  kuştina bizanebûn, sizayê bidarvekirinê bi ser de sepandibû, li girtîgeha Qizilhisar  a rêjîmê li bjarê Kerecê de bidar vekiri.

Pêka rapora Kurdpayê, sibêdeha roja Çarşemî 16ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Mucteba Qasimî”ê xelkê gundê “kelkuşwenê namîn”ê ser bi bajarê Hêrsînê li parêzgeha Kirmaşanê, ku 4 salan berî niha bi tohmeta kuştina bizanebûn li dadgeha rêjîmê de sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha Qizilhisar a rêjîêmê li bajarê Kerecê de hate bidarbvekirin.

Herwisa li vê rojê de welatiyekî Kurd ê bi navê “Celîl Îqbalzade”, xelkê bajarê “Sehnê”, ser bi parêzgeha Kirmaşanê, li wê girtîgeha rêjîmê de hate bidar vekirin, ew welatiyê Kurd pêştir ji aliyê dadgeha rêjîmê ve bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sedpandin.