Dadgeha rêjîmê, bi tohmeta “bexî” sizaya bidarvekirinê bi ser “Wirîşe Muradî” de sepand, Wirîşe Muradî li odeyên takekesî yên girtîgehên îtilaata rêjîmê de bi dijwarî hatiye îşkencekirin.
Roja Yekşemî 20ê Xezelwerê, Werîşe Muradî ji aliyê taya 15 a dadgeha înqilab a rêjîma Îranê bi dadweriya “Selewatî”, sizayê bidarvekirinê bi ser de hate sepandin, rêjîma Îranê tohmeta Bexî bi “Wirîşe Muradî” dabû û bi vê tohmetê jî sizaya bikdarvekirinê bi ser de hatiye sepandin.
Wirîşe Muradî li dema binçavkirinê de li odeya takekesî de hatibû ragirtin û rastî îşkenceyan hatiye û li dadgeha rêjîmê de jî derfet nedane parêzerê vê ku berevanî ji vê bike.
Wirîşe Muradî li heyva Gelawêja 1402 a Rojî li bajarê Kirmaşanê de ji aliyê hêzên îtilata rêjîmê ve hatibû biçavkirin.