Artêşa Îsraîl berpirsê karûbarên leşkerî yên Cehada Îslamî û herwisa fermandeyekî Hizbullahê ku yek ji birêveberê terorkirina “Refîq Herîrî” bûye li êrîşên esmanî de kuştin û derbên giran bi wan milîsan dan.
Roja Yekşemî 20ê Xezelwerê, Artêşa Îsraîl ragoihandiye ku berpirsê karûbarên leşkerî yên Cehada Îslamî yê bi navê “Mihemed Ebûsexîl” û herwisa fermandeyekî Hizbullahê yê bi navê “Selîm Cemîl Eyaş” ku yek ji birêveberê terorkirina “Refîq Herîrî”, serokwezîrê berê yê Lubnanê, bûye li êrîşên esmanî de kuştine.
Artêşa Îsraîl tevî peydakirina tûnêleke Hizbullahê li başûrê Lubnanê ku tejî cebilxane bûye, ew jinav birîne û herwisa li devera Zêynebiye li bajarê Demîşqê de jî binayek ku fermandeyên Hizbullahê tê de bûne kiriye armanca balafirên xwe û dehan kes ji wan milîsan kuştine.
Li halekê de ku kuştinamilîs û fermandeyên milîsên ser bi rêjîma Îranê li Sûriye û Lubnanê û herwisa teqandina enbarên cebilxaney û jêrxanên wan milîsan berdewam e, rojnameya “Îsraîl Heyûm” belav kiriye kur Îsraîlê gef li “Beşar Esed”ê serkomarê rêjîma Sûriyê xwariye, hekî rêgirî ji veguhastina cebilxaneyan ji axa Sûriyê bo Lubnanê neke, dê rastî qedereke hevşêweyê “Hesen Nesrullah” bê.