Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koreya bakûr bi fermî, piştevaniya xwe li Rûsiyê li şerê digel Ukraynê ragihand

12:03 - 2 Çirriya paşîn 2024

Wezîra Derve ya Koreya bakûr, bi fermî ragihand ku piştevanî li Rûsiyê li şerê digel Ukraynê de dike û dê vê piştevanîkirina xwe berdewam bike.

Pîştî şandina 10 hezar serbazên Koreya bakûr bo Rûsiyê, vê carê “Çoê Sûn Hûy” a Wezîra Derwe ya Koreya bakûr, bi fermî ragihand ku Koreya bakûr piştevaniya Rûsiyê li şerê digel Ukraynê de dike û gotiye: “Em careke din soz didin ku heta serkevtina Rûsiyê, emê dê bi bedewamî piştevanî li Rûsiyê bikin.

Wezîra Derve ya Koraya bakûr şerê Rûsiyê digel Ukraynê bi şerekî pîroz binav kir!

Li vê derheqê de Wezîrê Derve yê Rûsiyê “Sêrgêy Lavrof” tevî îşarekirin bi hevkariya nêzîk a ewlehî û leşkerî li navbera Rûsiyê û Koreya bakûr, spasîa helwîsta Koreya bakûr kir.

Tevî hemû huşdarîdanên welatên Rojavayî, Koreya bakûr piştevanîkirina xwe li Rûsiyê berdewam dike û ew piştevanîkirin, şer û alozî û herwisa gihîştin bi çareseriyeke dîplomatîk bo sekinandina şer gelek dijwartir dike.

Heta niha ne Rûsiyê û ne Koreya bakûrî şandina hêza serbazî bo Rûsiyê red an piştrast nekirine.