3 welatiyên xelkê bajarê Mihabadê ku ji çendîn rojan berî niha ve ji aliyê hêzên dije mirov ên îtilaata spaha pasdaran a terorîst ve hatibûne binçavkirin û bo cihgeke nexuya veguhastine, hêj bi nerohnî maye.
“Elî Meirûfî, Hawrê Quwe û Ebdulla Hûşmend” ên xelkê bajarê Mihabadê ku ji aliyê hêzên hov ên îtilaata spaha pasdaran a terorîst ve, li çend cihan de li bajarê Mihabadê de hatibûne binçavkirin û bo ciheke nexuya veguhastinê, tevê derbasbûna çendîn rojan hêj qedera wan xuya nîne û bi nerohnî maye.
Tevî hemû lipeyketinên malbata wan girtiyan, li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan û herwisa cihê ragirtin û rewşa tendirustiya wan welatiyên Kurd, hêj ti zanyariyek li berdest nîne.