Rêjîma Îranê 3 kes li girtîgeha navendiya rêjîmê li bajarên Qezwên û Kerecê û girtiyekî din li girtîgeha rêjîmê li bajarpê Yasûcê de bidar vekirin, rêjeya bidarvekirina li heyva Xezelwewerê ji 106 haletan derbas bû.
Roja Duşemî 21ê Xezelwerê, “Hemîd Sultanabadî” yê temen 36 salî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Qezwênê, “Hemze Cehaniyan û Cewad Dolabî” li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Kerecê û “Saman Kerîmî” yê temen 25 salî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Yasûcê de hatine bidarvekirin.
Roja pêştir ji rêjîma Îranê, “Mahrox Xanî û Kazim Babayî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Tewrêzê de bidar vekirin.
Rêjîma Îranê li heyamna wan 21 rojên derbasbûyî de 106 kes li girtîgehên xwe li seranserê Îranê de bidar vekirine.
Bidarvekirina xelkê, wek alaveke serkutkirin û tepeseriya zêdetir a xelkê Îranê, ji aliyê rêjîma Îslamiya Îranê ve tê bikaranîn.