Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê binkeyên spaha pasdaran a terorîst li Sûriyê de kire armanc

11:53 - 12 Çirriya paşîn 2024

Balafirên Amerîkayê li bersiva êrîşerkê de bo ser binkeya xwe ya li parêpzgeha Dêrezorê, binkeyên spaha pasdaran û milîsên ser bi vê rêjîmê li devera Medyadînê de teqandin.

Pêka raporên belavbûyî, balafirên Amerîkayê li demjimêrên piştî nîvroya roja Duşemî 21ê Xezelwerê, binke û jêrxanên spaha pasdaran a terorîst û herwisa milîsên ser bi rêjîma Îranê li devera Meyadîn, li başûrê parêzgeha Dêrezorê de kirine armanc û teqandine.

Pêka raporên belavbûyî Artêşa Amerîkayê li bersiva êrîşekê bo ser binkeya xwe ya li parêzgeha Dêrezorê, ew operasiyon bi rê ve biriye.

Heta niha ti rapor an nûçeyek li derheq xisrayên malî û rêjeya kuştî an birîndarên vê êrîşa esmanî ya Amerîkayê belav nebûye.

Pêka gotina xelkê xwecih yê devera Meyadîn, piştî êrîş û teqandina binkeyên spaha pasdaran li vê deverê, balafireke şerker a Amerîkayê ya Cura “A-10” li esmanê deverê de hatiye dîtin.

Binkeyên spaha pasran li devera Dêrezorê de bo perwerdekirina milîsan û herwisa dariştina pîlan û çêkirina fitneyan li deverê de têne bikaranîn û herwisa bi rêya wan binke û jêrxanên spaha pasdaran a terorîst, cebilxane bo Lubnanê têne şandin.