Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê, nûnera Amerîka li saziya Netweên yekgirtî de diyraî kiriye ku vê nûnera pêşniyarkirî, ji berê ve daxwaza givaşxistina herî zêde bo ser rêjîma Îranê hebûye.
Roja Duşemî 21ê Xezelwerê, Donald Trump, pêşniyara nûneratiya Amerîkayê li Saziya Netwên Yekgirtî de bi siyasetvana dijî rêjîma Îranê “Êlîza Sitêfanîk” bo Kongireya Amerîkayê şandiye, ku yek ji bihêztirîn piştevanê Donald Trump ji sala 2020 ve bûye.
“Êlîza Stêfanîk” hertim dîtingehên tundajo yên li dijî rêjîma Îranê hebûye û bi hertim daxwaza givaşxistina herî zêde bo ser rêjîma Îranê kiriye.
Navbirî roja pêştir bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de ragihandiye ku: “Amerîka amadeyê zivirîn bo kempêyna givaşxistina herî zêde ya Donald Trump, bo ser rêjîma Îslamiya Îranê ye”.
Rêjîma Îranê ku îdia dikir hilbijartina Amerîkayê ti giringiyek bo wan nîne, lê piştî destbikarbûna kabîneya Donald Trump, dê rastî givaşên zêdetir bê û rêjîma Îranê bi berhevdanîn digel gera pêştir a serkomariya Donald Trump, li warên cuda ên wek, leşkerî, aborî û heta rewatiya desthilatê li navxwe û li nav milîsên ser bi rêjîma Îranê û pêgeha cîhanî, çendîn qat lawaztir bûye.