Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutkirina berqê bi awayê bername dariştî li Îranê de dest pêkir

11:58 - 12 Çirriya paşîn 2024

Li halekê de ku Îran xwediyê duyemîn kangeha gazê li Cihanê de ye, bi sedema nebûna şewata hewce bo wizegehan, mazotê bi kar tînê, lê rêjîm îdia dike ku bi tenê %10 bi rêya mazotê berqê berhjem tîne.

Çewtekariyên rêjîma Îranê li qutkirina berqê li halekê de ku pêka îdiayên rêjîmê bo kêmkirina bikaranîn a mazot li vizegehan, bernameya qutkirina berqê darêtiye, ew li halekê de ye ku her bi xwe îdia dike bi tenê %10 a berqa Îranê bi rêya şewata mazotê ye û vê pêkê bi tenê %10 a berqê li Îranê dibe bê qutkirin lê berq li Îranê çendîn demjimêran qut dibe.

Qutkirina çendîn demjimêrî ya berqê li Îranê, tevê bêzarkirina xelkê, xisarên mezin digehîne kar û aboriya xelkê Îranê bi taybet li warê karên înternetî, berhemanîn, enbarkirin û berhemanîna xwarinan, alav û hewcehiyên xelkê rastî xisarê hatine.

Pêka gotina hinek çavkaniyan, rêjîma Îranê bi sedema nedana deynên xwe bi berhemhênerên berqê, bûye sedem ku ew wizegeh bisekinin.

Hinek çavkaniyan jî ragihndine ku bo dabînkirina berqê li Îranê, hewcehî bi 300 heta 350 milyon metrên 3cî gazê heye ku rêjîma Îranê vê gazê dabîn nake û beşeke zêde ji wizegehan bi vê sedemê nikarin berqê berhem bînin.

Pêka raporan, rêjîma Îranê rastî kirîza dabînkirina berq, av, gaz, bênzîn û gazoîlê bo hewcehiyên xelkê Îranê hatiye.