Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Berevanî yê Îsraîl, daxwaza êrîşkirin bo ser bernameya navkî ya rêjîma Îranê dike

12:00 - 12 Çirriya paşîn 2024

Rêjîma Îranê şiyana ti berevaniyeke li hember êrîşa balafirên Îsraîlê de nîne û Wezîrê Berevanî yê Îsraîl ragihandiye ku ew derfeteke baş bo jinavbirina gefa navkî ya rêjîma Îranê.

“Îsraîl Kats” ê Wezîrê Berevanî yê Îsraîl, ragihandiye ku piştî êrîşa dawî ya hêza esmaniya Îsraîl bo ser rêjîma Îranê, tê xuya ku rêjîma Îranê li hember derbelêdan bi damezraveyên navkî yên Îranê ji her demekê zêdetir, lawaz e û ew derfetek baş e bo jinavbirina gefa navkî ya rêjîma Îranê bo ser Îsraîlê.

Piştî êrîşa dawî ya Îsraîl bo ser spaha pasdaran a terorît li Îranê û cihên stratejîk ên leşkerî yên rêjîma Îranê, xuya bû ku sîstema berevaniya esmanî ya rêjîma Îranê ti şiyanek bo bersivdan bi wan êrîşan nîne.

Wezîrê Berevaniya Îsraîl tevî îşarekirin bi vê neşiyana rêjîma Îranê, gotiye ku niha baştirîn derfet e bo  jinavbirîna gefa rêjîma Îranê.

Îsraîl Katz bi tekezî ragihand ku hem şiyaneke zêde ya Îsraîlê û hem derfeta baş bo jinavbirîna girîngtirîn armanc anku jinavbirina gefa navkî ya rêjîma Îranê bo ser Îsraîlê heye.

Balafirên Îsraîlî bê ti pirsgirek, li esmanê Îranê de dorlêdan û her cihek ku xwestin, kirine armanc û sîstema berevaniya esmanî ya rêjîma Îranê heta ajîra huşdarîdanê jî neda.