Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatên Ereb ên deverê tekezî li ser yekparçebûna axa felestînê kirine

12:03 - 12 Çirriya paşîn 2024

Welatên endam ên Şêwreya Hevkariya Kendavê û Saziya Hevkariya Îslamî, daxwaza yekparçebûna axa felestînê jêr desthilata dewleta felestînê de kirine û li vê derheqê de daxuyaniyek belav kirine

Roja Duşemî 21ê Xezelwerê, li civîna welatên endam li “Şêwreya Hevkariya kendav û saziya Hevkariya Îslamî, daxwaza yekparçebûna axa felestînê li qiraxava rojavayê çemê Ordonê, devera Xezê û beşa rojhilatê bajarê Orşelîmê li jêr desthilata dewleteke felestînê de kirine û li vê derheqê de daxuyaniuyek belav kirin.

Pêka vê daxuyaniyê, serokên wan welatan, tekezî li ser piştevanîkirina hemûalî ya siyasî li xelk û dewleta Felestînê bi armanca yekîtiya netewî ya Felestînê û vergirtina berpirsayetiya vê li hemû deverên Felestînê wek devera Xezê û yekparçebûna vê digel deverên qiraxava rojavayê çemê Ordonê û rojhilatê Orşelîmê kirine.

Biryara wan welatên erebî li halekê d eye ku êdî Îsraîl amade nîne şer digel milîsên ser bi rêjîma Îranê bisekinîne û heta destkevtên mezin bi dest xwe ve neyîne, şer nasekinîne.

Îsraîlê ragihandkiye ku heta dawîhatina yekcar bi hemû gefên ser xelkê Îsraîl, dê vî şerî berdewam bike.