Xwekujiya zarokan bi taybet xwendekaran bi sedema givaşên li xwendigehê û herwisa reftarên tundûtîj ji aliyê berpirsên xwendingehan û hêzên ewlehî yên rêjîmê, zêdetir bûne.
Pêka amarên belavbûyî, ji destpêka îsal ve heta 22ê Xezelwerê, zêdetir ji 16 zarokên xwendevan, hewla xwekujiyê daye ku 13 kes ji wan canê xwe ji dest dane, tirsa zarokên xwendevan ji malbatên xwe û givaşên rêjîmê û hejarî sedemê dest birin bo xwekujiyê ne.
Piştî şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê û rola bingehîn a xwendekar û xwendevana bi taybet keçên xwendevan, givaşên ewlehî yên rêjîma Îranê bi rêya “encumena îslamî” û besîca xwendingehan, beşa perewerdeya îslamî û beşa heraset anku ewlehiya rêjîmê li xwendingehan, rewşeke metirsîdar û aloz bo xwendevanan çêkiriye û li reftara wan digel xwendevanan de , kerb, kîn, tundûtîjî, bêrêzîkirin û tohmetlêdan li asteke serberedayî de tê dîtin, ku sedemên girîng a xwekujiya zarokên xwendevan in.
Herwisa hejmarek ji keçên xwendevan ku li girtîgehên rêjîmê de hatine îşkencekirin, piştî azadkirinê hewla xwekujiyê dane û rêjîmê jî gelek caran hewl daye ku kuştina ciwanan bi xwekujiyê ve girê bide.