Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa mafê mirov bi taybet mafê jinan li Îranê, ji berê xirabtir bûye

12:04 - 2 Çirriya paşîn 2024

Raportêra taybet a Saziya Netewên Yekgirtî li karûbarên mafê mirovî li Îranê, bi tekezî ragihand ku rewşa mafê jin û keçan li Îranê de ji berê xirabntir bûye û li vê derheqê de nigeraniya xwe da xuya.

Roja Înê 11ê Xezelwerê, “May Sato” Raportêra taybet a Saziya Netewên Yekgirtî li karûbarên mafê mirovî li Îranê, bi tekezî ragihand ku binpêkirina mafê jinan û keçan li Îranê, ji berê xirabntir bûye û li derheq şêwaza berteknîşandana rêjîma Îranê li hember tevgera “Jin Jiyan azadî” û reşnivîsa “hicab û Îfaf” a rêjîmê, nigeraniya xwe da xuya.

Herwisa “May Sato” li axaftinên xwe de îşare bi sepandina tohmetên wek “Bexî, îfsad fî erz û Miharibe” li dadgehên rêjîma Îranê de kiriye ku bi wan tohmetan, sizaya bidarvekirinê bi ser xelkê de tê sepandin.

Heta niha rêjîma Îranê îzna çona raportêrên mafê mirovî bo lêkolîn li vê derheqê de nedaye û dawî serdana wan raportêran li salên 1370an a Rojî de bûye