Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xemsariya berpirsan bû sedema canjidestdana xwendekarekî

12:17 - 13 Çirriya paşîn 2024

Xwendekarekî zanîngeha “Tûsî” ku bi sedemeke nexuya ji qata 4 a vê zanîngehên kevtibû xwarê, bi sedema xemsariya berpirsên zanîngehê, canê xwe ji dest da û xwendekaran bi vê sedemê xwenîşandan kirin.

Roja Sêşemî 22ê Xezelwerê, xwendekarên zanîngeha “Tûsî “li derheq canjidestdana “Emîrmehdî Çigînî” ê xwendekarê zanista “Kîmiya Pîşeyî” ku bi sedemke nexuya ji qata 4 a xevtingeha vê zanîngehê, kevtibû xwarê û bi sedema xemsariya berpirsan bi derengî bo nexweşxanê hatibû veguhastin, xwenîşandaneke nerizayetiyê lidar xistin û li dijî berpirsên zanîngehê dirûşm dan.

Bi sedema xemsariya berpirsê zanîngehê zêdetir ji 30 xulekan ambulans li ber deriyê daxistî yê xevtingeha vê zanîngehê mabû û bi sedema bi derengkevtinê, “Emîrmehdî Çigînî” canê xwe ji dest da.

Tevî ku heta niha bi serastî sedema kevtin an avêtina “Emîrmehdî Çigînî” ji qata 4 a xwentingeha “Daniş 1” a zanîngeha Tûsî nehatiye zanîn lê ragirtina ambolansê li ber deriyê daxistî, dide xuya ku berirsên xwendingehê bi zanebûn ew yek kirine.

“Emîrmehdî Çigînî” xwendekarê beşa “Kîmiya Pîşeyî” ya sala 1403 bû ku bi sedema derbe bi mejî û xwînrêjiyê û derneg gihandin bo nexweşxaneyê, piştî çendîn nîştergeriyan, li sibêdeha roja Sêşemiyê de canê xwe ji dest da.

Xwendekaran vê zanîngehê ragihandine ku “Mihemed Şêrbegî yê berpirsê reşnav ê parastina zanîngeha Tûsî, “Husên Mehdewî meqdem” ê berpirsê yekeya “Perdîs Rizayînijad” û serokê zanîngehê û wezîrê zanist ê rêjîmê, berpirsê vê bûyera trajîk in.

Rêjîma Îranê hewlê dide ku li jêr navê berbûn ji bilindahiyê û xwekujî, xwenmdekar, xwendevan û neraziyan ji nav bibe û canjidestdana wî xwendekarî jî cihê şik û gumanê ye.