Stada Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê, bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku li êrîşa esmanî ya hêzên Amerîka li Sûriyê, 9 armanc hatine teqandin ku ser bi rêjîma Îranê bûne.
CENTCOMê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku li êrîşa roja Duşemî 21ê Xelewerê bo ser binkeyên rêjîma Îranê li Sûriyê ku li bersiva êrîşên li 24 demjimêrên pêştir bo ser berjewendiyên Amerîka li Sûriyê de hatiye kirinê, 9 armanc teqandine.
Li daxuyaniya CENTCOMê de ti îşareke bi kuştî, birîndar û xisarên vê êrîşê nehatiye kirin lê çavdêrê mafê mirovî li Sûriyê, daye zanîn ku li wan êrîşan de li parêzgeha Dêrezor, 4 milîsên ser bi rêjîma Îranê hatine kuştin û 9 milîsên din jî birîndar bûne.
Rêjîma Îranê bi rêya wan binke û jêrxanan, diraf, cebilxane û alavên hewce bo milîsên ser bi vê rêjîmê li Lubnan, Sûriyê û Felesînê dişîne û herwisa li wan binke û jêrxanan de spasha pasdaran a terorîst pîlan û fitneyan bo kawilkirin û bi kuştindana xelkê li vê deverê de dadirêje û perwerdeya leşkerî bi milîsan dide.